BERAWIRDKIRINA KAREKTERA “NEWFEL Û SEHNEYÊN NEWFELΔ DI LEYLA Û MECNÛNA NÎZAMÎ Û SEWADÎ DA – SUE Conferences

BERAWIRDKIRINA KAREKTERA “NEWFEL Û SEHNEYÊN NEWFELΔ DI LEYLA Û MECNÛNA NÎZAMÎ Û SEWADÎ DA

BERAWIRDKIRINA KAREKTERA “NEWFEL Û SEHNEYÊN NEWFELΔ DI LEYLA Û MECNÛNA NÎZAMÎ Û SEWADÎ DA

 (PP 59 – 75)

Nesim SÖNMEZ

Assoc. Prof., Zaningeha Wan Yüzüncü Yilê, Enstîtuta Zimanên Zindî, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Wan / Turkiya, 

e mail: nesimsonmez@gmail.com

Tlf. +90 505 378 21 43

Published: 29/10/2020

DOI: http://doi.org/10.31972/jickpll19.05

PUXTE

Çîroka Leyla û Mecnûnê bi rêya Edebîyata Ereban û Farisan xwe gihandîye Edebîyata Kurdan. Ev çîroka bi nav û deng cara ewil ji alîyê Nîzamîyê Gencewî va bi têşeya mesnewîyê, bi zimanê Farisî hatîye nivîsandinê û ji 4000 malikan zêdetir e. Piştî Gencewî, helbestvanên Faris, Kurd û Tirkan jî bi qalibê mesnewîyê bi zimanên xwe ev çîrok nivîsandine. Çîroka Leyla û Mecnûnê bi gelek zimanên din weke Îngîlîzî, Almanî û Rûsî jî hatîye nivîsandin û li gelek zimanan jî hatîye wergerandin û bi vî rengî bûye cîrokeke cîhanî. Di edebîyat Kurdî da gelek helbestvanan ev çîrok bi rengê helbestê hûnandine û dîyarîyî edebîyata Kurdî kirine. Ji wan helbestvanan yek jî helbestvanê Kurd Sewadî ye û wî, ev çîrok bi zaravayê Kurmancî nivîsandîye. Weke gelek helbestvanan Sewadî jî dema berhema xwe nivîsandîye di bin tesîra Nîzamîyê Gencewî da maye. Di nav berhema her du helbestvanan da beşên ku dişibihin hevûdin jî hene yên naşibihin hevûdin jî hene. Di her du berheman da jî karekterek bi navê “Newfel” heye. Di Leyla û Mecnûna Gencewî û ya Sewadî da ev karekter di bin serenavê pênc sahneyan da derbas dibe.

Di vê gotarê da em ê berê bi kurtasî behsa jîyana her du helbestvanan bikin, çîroka Leyla û Mecnûnê bidin nasîn, paşê jî di her du berheman da karektera “newfel” û sahneyên karektera “newfel” çawa derbas dibe bikin û li gorî hûnandina çîrokê her du berheman berawird bikin. Di berawirdkirinê da emê hevbeşî û cudahîyên her du berheman li gorî azîna mikro analîzê tesbît bikin, bipîvin û binirxînin.

Keywords: Nîzamî, Siwadî, Leyla û Mecnûn, Newfel, Berawirdkirin.

Read Full Paper

Çavkanî

Abdurehman Adak (2014), “Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Mesnewiyên Leyla û Mecnûnê”, Kovara Wêje û Rexne, Hejmar 3, r. 100, rr: 99-119.

Abdurrahman Adak (2018), “Analîzeke Kodîkolojîk lı Ser Leyla û Mecnûnên Sewadî, Bazîdî û fuzûlî dı Koleksîyona A. Jaba ya Destnıvîsên Kurdî de”, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Ağustos-2018 Cilt:10 Sayı:3 (21), rr: 1197-1222.

Hacî Fîroz, Leyla û Mecnûn, Destnivîsa Pirtûkxana Petresburgê, v. 11.

Hasan Vahid Destgerdi (1386), Hakîm Nizâmê Gencewî Leyla û Mecnûn, Neşrî Qatre, Tehran

Marûf Xeznedar (2010), Mêjûy Edebî Kurdî, I-VII, Dezgay Aras, Hewlêr, II, 507.

Mehmet Kanar (2007), “Nizamî Gencevî”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, Weşanên Türkiye Diyanet Vakfı, İstanbul, XXXIII.

Mela Ehmed Hilmî, el-Qoxî (2004), Dîwana Cami’, İhsan Yayınları, İstanbul.

Nesim SÖNMEZ (2018), Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî -Metn&Lêkolîn- Weşanên Weşanxana Seyda, Çapa Yekem, Diyarbakır.

Parviz Jahany (2015), Leyla û Mecnûna Sewadî, Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî Yên Li Tirkîyeyê, Mardîn, r. 29.

Qanatê Kurdo (1983), Tarîxa Edebyeta Kurdî, Weşanên Öz-Ge, Çapa 2yan.

Siwadî (1999), Leyla û Mecnûn, (Tîpderbasîya Latînî: M. Reşit Irgat), Weşanên Nûbiharê, Çapa 1em İstanbul.

Tehsîn Îbrahîm Dosikî (2004), Leyla û Mecnûn, Weşanên Sipîrêz, Duhok,.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

3 reviews