ZIMAN Û ŞÊWAZA DÎWANA SEYID ELIYÊ FINDIKÎ

ZIMAN Û ŞÊWAZA DÎWANA SEYID ELIYÊ FINDIKÎ

(PP 91 – 113)

 Muhammed İkbal DENİZ

Öğr. Gör. Zanîngeha Bîngolê, Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî,  mideniz@bingol.edu.tr

Published: 29/10/2020

DOI: http://doi.org/10.31972/jickpll19.07

Kurte

Ziman û şêwaz, xisûsen di berhemên edebî de çi di afirandina berheman de be çi di xemilandina vegotinê de be, pir bandoreke mezin li ser edebiyatê dikin. Helbestvan û nivîskar bi xêra ziman û şêwazê xwe didin nasîn û taybetmendiyên xwe kifşe dikin. Em li gorî ziman û şêwaza helbestvan, wî û berhema/ên wî ji hev cuda dikin û teknîka vegotina wî dinasin.

Helbestvanê Kurd, Seyid ʻEliyê Findikî jî ji ber ku Kurd bûye bi zimanê zikmakî dîwana xwe nivîsiye. Em dibînin ku di dîwanê de ẋeynî du menzûmên ʻErebî û menzûmeke Farisî, hemî menzûm bi Kurdî (Kurmancî) hatine nivîsîn. Di helbestên wî yên Kurdî de jî bandora zimanê ʻErebî, Farisî û Tirkî tê dîtin. Ji ber ku di dîwanê de mebest ji lîrîzmê zêdetir şîret û rexne ye; zimanê dîwanê jî sade û fehmbar e. Ev yek fehm kirinê hêsan dike û yekîtîyê bi xwendevana ve peyda dike.

Şîretên miellif ku gelek caran li nefsa xwe dike jî taybetiyeke pir girîng e. Helbesta xwe ya yekemîn, duyemîn, sêyemîn, çaremîn, pêncemîn, hevdehemîn û bîst û nehemîn de jî heman rewş tê dîtin. Ẋeynî vê yekê, îfadeyên henekî ku hin caran bi kar anîne jî balkêş in. Di dîwanê de baweriyên gel, gotinên pêşiyan û xasma jî biwêj pir in. Ji bilî vê di helbestan de bikaranîna hunerên beyanê(teşbîh, isti’are, te’rîz, mecaz û kinaye)henin. Şêwaza tehkiyeyê(çîrokî gotin) jî dide nîşan ku Seyid ʻEliyê Findikî ji edebiyata gelêrî jî haydar bûye.

Bêjeyên Sereke: Dîwan, Ziman, Şêwaz, Helbest, Seyid Eliyê Findikî

Read Full Paper

Çavkanî

Pirtûk:

Aydogan Mistefa, Rêbera Rastnivîsînê, weş.Rûpel, Çap.1., İstanbul 2012.

Erzen, M. Said: Dünden Bugüne Erzen Ailesi, weş. Kilim, İstanbul 2007.

Kocakaplan, İsa: Açıklamalı Edebi Sanatlar, weş. Türk Edebiyatı Vakfı, İstanbul 2014.

Saraç, Yekta: Klâsik Edebiyat Bilgisi Belâgat, weş. Gökkubbe, Çap.13., İstanbul 2015.

Seyid ‘Eliyê Findikî: Dîwan, weş. Nûbihar, İstanbul 2012.

Tahir-ül Mevlevî: Edebiyat Lügatı, Enderun Kitabevi, İstanbul 1994.

Turan, Abdulbaki: Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhi, weş. Nûbahar, İstanbul 2010.

 

Ferheng:

Bingöl, Abdulkadir: Gotinên Pêşîyan û Biwêj, weş. Na, İzmir 2014.

Borak, Mustafa: Ferhenga Biwêjan, weş. Enstîtuya Kurdî, Çap.1., Stenbol 2005.

Farqîni, Zana: Ferhenga Kurdî-Tirkî, weş. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2007.

Karataş, Turan: Ansiklopedik Edebiyat Terimleri Sözlüğü, weş. Yedigece, İstanbul 2001.

Kürtçe-Türkçe Cep Sözlüğü, weş. Doz, Çap. 5., İstanbul  2012.

Sami, Şemseddin: Kamus-ı Türkî, (Osmanlıca Tıpkıbasım), weş. Çağrı, İstanbul 2006.

Gotar û Hevpeyvîn:

Açar Zafer-Ertekin M. Zahir: “Di Kurmancî de Cotpeyv û Cureyên Wan”, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, c.1, j.1, r. 82-92. Çile 2015.

Ertekin, M. Zahir: “Naveroka Helbestên Seyid ʻEliyê Findikî”,Uluslararası Bilim Düşünce ve Sanatta Cizre Sempozyumu, weş. Mardin Artuklu Üniversitesi, İstanbul 2012.

Gökçe, Cüneyt: “Seyyid Ali Findikî ve Divân’ı” İbrahim Hakkı ve Siirt Uleması Sempozyumu, weş. Beyan, İstanbul 2008.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *